Serok Barzanî ji hemû aliyên siyasî daxwaz kir

15 June 2018 21:17 0 dîtin
Serok Barzanî ji hemû aliyên siyasî daxwaz kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê dike ku piştî Cejna Remezanê dest bi gotûbêjeke binyatner bikin.

Serok Barzanî li ser pirseke kanala Kurdistan24ê ku derbarê rewşa dawî ya Iraqê û qeyrana piştî proseya hilbijartina Encûmena Niştîmanî (Parlemanto) ya Iraqê de bi vî awayî bersiv da:  

Piştevaniya her hewleke dilsozane û berpirsiyarane dikin ku ji bo çareseriya vê qeyrana kûr ya niha ya Iraqê be û bi taybetî çareseriya destûrî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dixin rû.

Hêvîdar in piştî cejnê hemû aliyên siyasî beşdarî guftûgoyeke binyatner bikin, ji bo gihîştina çareseriyekî aştiyane û guncaw ku li berjewendiya hemû gelên Iraqê û li ser bingeha bi cîhkirina destûrê be.