Serok Barzanî: Ji bo nehistina terorê pêwîstî bi hewla hemû aliyên navdewletî heye

06 July 2021 16:53 0 dîtin
Serok Barzanî: Ji bo nehistina terorê pêwîstî bi hewla hemû aliyên navdewletî heye

 PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashef û şanda pê re kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî û guhertinên siyasî yên li ser asta Iraq û Sûriye û navçeyê û gefên terorê hatin guftûgokirin û di derbarê şerê terorê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo nehiştina terorê hewleke hemû aliyên navdewletî pêwîst e û bi pêwîst jî zanî ku hewlên ji bo ji navbirina terorê li Iraq û Sûriyê hevdem be.

Di vê hevdîtinê de, gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser bandora rewşa Iraqê li ser aramiya navçeyê kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî hêviya serkeftinê di erk û çalakiyên Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê de xwest.