Aliyên siyasî dê li Hewlêrê bicivin û peyameke hevbes li ser rewsa Kerkûkê bidin
PeyamaKurd - Partiyên siyasî dê li ser rewşa bajarê Kerkûkê bicivin û peyamekê bidin hikûmetên Kurdistan û Iraqê.
Li gorî zanyariyênberdest, îro partiyên siyasî dê li avahiya liqa 3 ya Partiya Demokrta Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê, li ser rewşa Kerkûkê bicivin.
Di civînê de nûnerên YNK û PDK û çend fraksiyonên din beşdar dibin.
Piştî civînê, partiyên siyasî dê peyameke hevbeş li ser rewşa Kerkûkê bidin hikûmetên Kurdistanê û Bexdayê.
Ew partî dê daxwaza çareserkirina rewşa Kerkûkê û vegera Pêşmerge bo wê herêmê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin