Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio li Hewlêrê ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio îro 23yê Kanûna 2021ê danê êvarê ji ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve gihîşt Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê berî derbasî Herêma Kurdistanê bibe serdana Kuwêt û Iraqê kiribû. Di Maio û şanda îtalî ya ligel wî ji aliyê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.
Wê Luigi Di Maio di vê serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û pirsên niha yên Iraqê, bi taybet metirsî û gefên terorê li herêmê guftûgo bike.
Herwiha Wezareta Derve ya Îtalyayê ragihandiye ku wê Di Maio li Hewlêrê serdana hêzên îtalî yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li Kurdistanê ne jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin