Dadgeha Misirê cezayê îdamê da 8 rêberên Îxwanê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Dadgeha Misirê li ser murşidê berê yê Îxwan El Muslimîn Mihemed Bedîi, cîgirê wî Mehmûd Izet û 6 kesên din cezayê îdamê sepand.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Dadgeya Misirê, Dadgeha Ewlekariya Dewletê li murşidê Îxwanan Mihemed Bedîi, cîgirê wî Mehmûd Izet, Mihemed El Beltacî, Emro Zekî, Usame Yasîn, Sefwet Hîcazî, Asim Ebdulmacid û Mihemed Ebdulmeqsûd cezayê darvekirinê birî.
Hate diyarkirin ku ew kes bi tawana "bûyerên El Menesa" hatine tohmetbarkirin û bi wê bonê jî hatine cezakirin. Cezayê li ser wan hatiye sepandin ji pileya yekemîn e û ji bo îtîrazê vekirî ye.
Li gorî biryara dadgehê wan kesan hewl dida xwepêşandaneke mezin ji rêya Nesir a rojhilatê Qahîreyê ber bi peykerê Menesa ve organîze bikin, tevgera bajêr bi temamî rawestînin û rê li ber hêzên ewlekariyê bigirin da ku xwepêşandanê bi dawî nekin.
Dadgehê daye zanîn, wan kesan hewl didan li dijî karmendên dewletê û welatiyên ku dijberî wan disekinin hêzê bi kar bînin û çek, cebilxane û molotof ji tawankarên din re ku di xwepêşandanan de beşdar bûn, peyda dikirin.
Dozgeriya Ewlekariya Dewletê di Nîsana 2021ê de ev doz ji bo Dadgeha Sûcan a Ewlekariya Dewletê veguhestibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin