Dadgeha Iraqê cezayê îdamê yê 8 çekdarên DAISê pesend kir
PeyamaKurd – Encûmena Bilind a Daraza Iraqê ragihand ku sizayê îdamê yê 8 mehkûmên çekdarên DAIŞê yên li girtîgehên Tacî, Kefl û Kerh ên Bexdayê dimînin, hate pejirandin.
Hat ragihandin ku Dadgeha Temyîzê ya Resafeyê biryara li ser 8 çekdarên DAIŞê yên bi tawanên; ‘li girtîgehê plana revê, çalakiyên terorî û zindîkirina rêxistina DAIŞê’ kirine, pesend kiriye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wan çekdarên DAIŞê li kirinên xwe mikur hatine û di çarçoveya madeyên 4 û 2 yên Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê de hatine sizadan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin