Dadgeha Iraqê cezayê îdamê da DAISîyê ku destdirêjiya keça êzidî kiriye
PeyamaKurd – Li Iraqê li ser terorîstekî DAIŞê yê ku destdirêjiya keçeke Kurd a Êzidî kiriye cezayê bidarvekirinê hat dayîn.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê îro 2yê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand, dadgeha tewanan li navçeya Kerx a Bexdayê cezayê darvekirinê li ser Ebu Humam ê çekdarê rêxistina terorîst a DAIŞê yê hatiye girtin daye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, DAIŞê wek xelatekî bo Ebu Humam, ku di şerên rêxistina terorîst de birîndar bibû, keçeke kurd a êzidî daye wî û wî jî destdirêjî li ser kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin