Dadgeha Iraqê cezayê sêdarê da 6 bazirganên tiryakê

07 August 2024 14:57 0 dîtin
Dadgeha Iraqê cezayê sêdarê da 6 bazirganên tiryakê

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Bûjenên Tiryakê ya Iraqê ragihand ku Dadgeha Tawanan a Iraqê cezayê sêdarê daye 6 bazirganên bûjenên tiryakê.

Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Bûjenên Tiryakê de hate ragihandin ku tawankaran li Iraqê, ji bo bazirganî û belavkirina bûjenên tiryakê toreke navneteweyî ava kirine û di destpêka vê mehê de Dadgeha Tawanan, bi tawanbariya bazirganiya bûjenên tiryakê cezayê zindanê yên hetahetayê li 13 kesan birriye û herwiha cezayê sêdarê li 17 kesên din birriye.

Di van salên dawî de li Iraqê bazirganî û belavbûna bûjenên tiryakê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Li gel vê yekê jî tawan û tundiya civakî jî zêde bûye û loma desthilatên Iraqê ji çend mehan ve dest bi hewldaneke ewlehî ya mezin kirine.

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ya Iraqê, di 7 mehên dawî de 1850 kîlogram bûjenên tiryakê hatiye desteserkirin û 7705 kes jî bi tawanbariya froıtin û belavkiriê hatine girtin ku ji wan 1435 kes bazirgan in.