Dadgeha Tirkiyê cezayê muebetê da ciwanê 19 salî yê Efrînî
PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihand ku Dadgeha Tirkiyê ji bo ciwanê Kurd ê Efrînê bi navê Menan Ebdo Îbişê 19 salî ku 15ê Tebaxa 2019an li navenda navçeya Cindirêsê ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatibû desteserkirin biryar daye.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, Îstixbaratê bi hinceta ku Menan mayîn çandine, revandiye û derbasî Tirkiyê kiriye.
Rêxistina Mafê Mirovan diyar kiriye ku Manan, temenbiçûk e û ti karekî bi vî awayî nekiriye.
Malbata Menan ragihandiye ku dadgeheke Tirkiyê, cezayê heta hetayê yanî cezayê muebetê li ciwanê Kurd birîye ku niha li Tirkiyê girtî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin