Dadgeha Bilind a Îsraîlê bicihanîna qanûna ji kar dûrxistina serokwezîr zehmet dike pas xist

04 January 2024 12:32 0 dîtin
Dadgeha Bilind a Îsraîlê bicihanîna qanûna ji kar dûrxistina serokwezîr zehmet dike pas xist

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Îsraîlê bi piraniya dengan biryar da ku cîbicîkirina qanûna ku ji kar dûrxistina serokwezîr zehmet dike paşve bixe.

Li gor nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê, bi biryara ku piştî daxwaznameya rêxistina sivîl a Îsraîl Tevgera Îdareya Qalîteyê hat dayîn, tetbîqata qanûnê ji bo dema parlementoyê ya piştî hilbijartinên bê yên parlementoyê hat taloqkirin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku qanûna navborî "rêveberiyeke şexsî ye ku desthilatdariya damezrîner a Parlamentoya Îsraîlê binpê dike." Qanûna ku li Îsraîlê ji kar dûrxistina serokwezîr zehmet dike di 23ê Adara sala borî de hatibû qebûlkirin.