Dadgeha Federal a Iraqê, meclisên li bajarên Herêma Kurdistanê hilwesandin
PeyamaKurd- Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku biryara Parlamentoya Kurdistanê ya di sala 2019an de li ser meclisên parêzgehan dabû betal bike û karê wan bi dawî bike.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku Dadgeha Bilind a Federalî, guhertina ku di sala 2019an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve di madeya 2 ya yasaya Meclîsên Parêzgehan de hatiye kirin "nedestûrî" ye.
Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ragihand ku bi vê biryarê karê wan tê rawestandin û got, “Niha em ê bibînin di vê rewşê de çi bikin. Komîsyona me ya yasayî dê bicive û di derbarê biryarê de çi ji destê me bê em ê bikin.
Herî dawî hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, di 30ê Nîsana 2014an de hatin kirin. Serok û endamên parlamentoyê di 23yê Hezîrana 2014an de sond xwaribû.
Di şert û mercên asayî de diviyabû hilbijartin di Hezîrana 2018an de bihata kirin lê ji ber ku lihevkirineke siyasî pêk nehatibû, hilbijartin hatibû bipaşxistin.
Parlamentoya Kurdistanê, di sala 2019an de di 3 xalên yasaya di derbarê meclisên parêzgehan de guhertin çêkiribû ku di sala 2009an de hatibû nûkirin. Li gorî vê biryar hat girtin ku heta hilbijartin bên nûkirin dê meclîs karên xwe berdewam bikin.
Her wiha parêzgarê ku berê tenê di nav parlamentoyê de dihat hilbijartin, ji derveyî parlamentoyê jî dikare were hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin