PDK li ser biryarên Dadgeha Federal ya Iraqê got: Dadgeh dixwaze Herêma Kurdistanê qels bike
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê li ser biryarên Dadgeha Federal ya Iraqê got ku Dadgeh dixwaze bi biryarên xwe desthilat û taybetmendiya Herêma Kurdistanê kêm bike. Polîtburoya PDKê di daxwuyaniya xwe ya îro de an ku 5ê Adara 2024an de cîh da kiryarên Dadgeha Federal ya di derbarê parlementoya Kurdistanê de û got:
“Dadgeh bi biryarên xwe yên dawiyê dixwaze hêzên Kurdistanê, taybetmendiyên wê û dezgeyên Kurdistanê qels bike û dixwaze rayedarên federal erka xwe ya ji bo Kurdistanê bi xerabî bikarbîne.”
Serokê grûba YNKê yê dewra 5em ya parlementoya Kurdistanê Ziad Cabar û ji grûba Silêmaniyê ji meclisa wê endamê fraksiyona Rafideyin Amanc Nacib Şamun, di derbarê qanûna hilbijartiina parlementoya Herêma Kurdistanê de, di derbarê hinek xalan de li Dadgeha Federal gilî kiribûn. Li gor gilîkeran; qanûna sala 1992 qanûna 1em, xalên 1, 9,15, 22 û 36 ne li gor qanûna esasî bûn û betalkirina wan xalan daxwaz dikirin. Her weha li kotayên kêmneteweyan û herêmên hilbijartinê û babetên bi wan re têkildar re îttîrazê kiribûn.
Li ser mijarê, di daxwuyaniya PDKê ya di derbarê biryarên Dadgeha Federal de weha hat gotin:
“Rastiyekî heye ku divê em piştguh nekin: Hinek xalên destûra federal ji terefê hinek dezgeyan de tê piştguhkirin, îhlal kirin û ya herî talûke jî di şûna dadgeha Federal ji bo bicîhanîna destûrê tevbigere, li dijî erk û wezîfeyên xwe tevdigere.
Biryarên dadgehê yên li pey hev, erka qanûnê îhlal dike, dadgeh xwe xistiye şûna organên qanûnçêker û rêvebiriyê û destûra ku desthilata wê tê de tine û qanûn wê wezîfê nedayê, xwe dixe şûna wan.
Her weha dadgeha Federal ya Bilind di biryarên xwe yên dawiyê de, xwestiye desthilat û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê kêm bike, dezgeyên Kurdistanê qels bike û xebitiye da erkên Herêma Kurdistanê di rêya desthilatên federal de, îznê daye wan da kiryarên wan ji qanûnan derbas bibin.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku rakirina benda kotayên pêkhateyên Kurdistanê di parlementoyê de û di meclisên bajaran de, li dijî qanûna hilbijartinê ye û daxuyanî weha dewam dike:
“Weke encam; biryarên Dadgeha Federal ya Bilind têkiliyên navbera hukumeta federal û Herêma Kurdistanê, qanûnên ku dewleta federal û demokratîk li ser wan ava bûye, weke tehdîd li nav hev xistiye an ku kiriye geremol û tehrîb kiriye. Wê ev rewş, bike ku Iraq ber bi sîstema merkezî de here û ji nîzama federal ya demokratîk xwe dûr bixe.”
Li gor qanûna hilbijartina Parlementoya Kurdistanê, xala 36an; di parlementoyê de 5 kursî ji bo Keldanî, Asûrî, Suryaniyan, yek kursî ji bo Ermenan û 5 kursî ji bo Turkmenan veqetandiye. Dageha federal vê xalê di 21 ê Sibatê de betal kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin