Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro dicive

07 September 2022 13:29 0 dîtin
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro dicive

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro civînekê li dar dixe û civîn ji bo gotûbêja pirsa hilweşandina Parlamentoya Iraqê ye ku li ser serlêdana Tevgera Sedir doz hatibû tomarkirin.

Li gor zanyariyan, biryar e îro 07.09.2022yê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê biryardayîna daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê bicive.

Rûniştina îro ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê berî niha çar caran gotûbêjkirin û zelalkirina pirsa hilweşandina Parlamentoya Iraqê bipaşxistibû.

Herwiha ji ber wê jî bendewarî heye Dadgeha Bilind a Federal îro biryara xwe ya dawiyê derbarê dosyayê de bide û çarenivîsa Parlamentoya Iraqê zelal bike.