Meclisa Daraza Bilind ya Kurdistanê: Dadgeha Federal ya Iraqê qanûnî nîne

04 June 2022 18:36 0 dîtin
Meclisa Daraza Bilind ya Kurdistanê: Dadgeha Federal ya Iraqê qanûnî nîne

PeyamaKurd - Meclisa Daraza Bilind ya Kurdistanê, Dadgeha Federal ya Iraqê rexne kir û got ku ew nikare qanûna petrol û xaza Kurdistanê bê bandor bike. Meclisa darazê ya bilind ya Kurdistanê ragihand ku qanûna xaz û petrola Kurdistanê ne li dijî destûra Iraqê ye, lewra dadgeha Federal nikare qanûnê bê tevger bihêle û dadgeha federal bi xwe jî ne qanûniye.

Dageha Federal ya Iraqê di 15 ê sibata 2022 an de biryarê dabû ku hukumeta Herêma Kurdistanê nikare xaz û petrola Kurdistanê bifroşe, li ser firotina xaz û petrola Kurdistanê peymanan îmze bike.

Hukumeta Herêma Kurdistanê di rêya dezgeya medya û ragihandinê de agahî da ku qanûna xaz û petrolê ya Kurdistanê di sala 2007 an de ji aliyê parlementoya Kurdistanê de hatiye derxistin, ne li hemberê destûra Iraqêye, bi eksa wê qanûniye û dê aktîv bimîne.

Di dewama agahiyê de hat gotin ku erka Dadgeha Federal ya Iraqê tine ku qanûna xaz û petrolê ya Kurdistanê betal bike, Dadgeha Federal di çarçoveya qanûnan de nehatiye damezrandin, divê ewilî Dadgeha Federal ya Iraqê bê damezrandin û paşî li  ser mijarê guftûgoyan bike.