Serok Barzanî bi Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller re civiya

10 August 2021 13:59 0 dîtin
Serok Barzanî bi Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn bi Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller re civiya.

Di civînê de Balyozê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Paladino jî amade bû.  Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller, pesnê ferhenga pêkvejiyan û toleransê di navbera pêkhateyên ayînî û cihê yên Herêma Kurdistanê kir û destxweşî li dezgeh û saziyan kir ji bo parastina wê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heyî.

Herwiha di civinê de, rehendên giştî yên diyaloga stratejik a di navbera Amerîka û Iraqê hat gotûbêjkirin û Balyozê Amerîka Matthew Tueller pabendbûna welatê xwe ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê û piştevanîkirina hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û dirêjedan bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê di warên kultûrî û akademî û aborî dûpat kir.

Her di beşekî din ê wê civînê de rewşa proseya siyasî, jiyan û barê guezarana hemwelatiyên Iraqê û gefên li pêş hilbijartina dahatûya Iraqê, herwiha hizrên li ser qonaxa dawî ya hilbijartina Iraqê û peywendiyên aliyên Kurdistanî û Iraqî jî hat gotûbêjkirin.