Serok Barzanî bi Balyozê Amerîka re rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 16ê Sibatê li Selahedîn pêşwazî li balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller û şanda Amerîkî ya ligel wî kir.
Di hevdîtina ku konsulê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino jî amadehîr kir de, rewşa Iraqê, pêşhatên dawî û pirsgirêkên nav proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên piştî yekem rûniştina encûmena nûnerên Iraqê hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de pêwîstiya hemahengî û pêwendiyên di navbera hêzên siyasî û pêkhatiyên Iraqê hat guftûgokirin û balyozê Amerîkayê jî diyar kir, welatê wan bi hûrgilî guhertin û bûyerên siyasî yên li Iraqê dinirxîne û herwiha hemû aliyan û Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraq a federal jî teşwîq dike ku bi hevtêgihiştin û hemangî pirsgirêkan çareser bikin.
Balyozê Amerîkayê da zanîn, Amerîka pêbendî asayîş, aramî û pêşkeftina Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin