Serok Barzanî bi balyozê Fransa re pêseroja Kurdên Rojava û rewsa Singalê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Sêşemê 19ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsolê Fransa yê Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû hatin guftûgokirin.
Herwiha hat diyarkirin ku, rewşa Şingalê û koçberan û pêwîstiya bicihkirina rêkeftina Şingalê jî di hevdîtinê de hat guftûgokirin.
Di beşeke din a civînê de, ronahî hate xistin ser pêşeroja Kurdan li Sûriyê û nîgeraniyên derbarê egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê.
Di hevdîtinê de, li ser pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serok Macron de jî hat axaftin û tekezî li berdewamiya pêwendî û hevahengiya di navbera hikûmeta Fransa û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin