Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Fransa Eric Chovalier kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Çileyê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê Iraqê Eric Chovalier kir ku ji ber bidawîbûna erka wî ji bo xatirxwestinê hatibû serdanê.
Balyozê Fransayê di hevdîtinê de, xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re nîşan da û spasiya rola Serok Barzanî û piştevaniya wî ya berdewam di dema karkirina wî de weke Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û bûyerên vê dawiyê hatin kirin û di derbarê rewşa giştî de nêrînên xwe anîn ziman.
Serok Barzanî jî spasiya rola berçav a Balyozê Fransayê kir ku kariye pêwendiyên baş li gel hemû aliyên Iraqî û Kurdistanî pêk bîne û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Herwiha derbarê rewşa Iraqê de jî, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hikûmeta federal a Iraqê ewlehiya Iraqê û serweriya yasayê biparêze.
Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û tedbîrên ji bo baştirkirina wan pûwendiyan jî di hevdîtinê de hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin