Balyozê Fransa xatir ji Serokwezîr Barzanî xwest

08 January 2024 17:11 0 dîtin
Balyozê Fransa xatir ji Serokwezîr Barzanî xwest

Peyama Kurd - Bi mebesta bidawîbûna dema erka Balyozê Fransayê li Iraqê Eric Chovalier, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo xatirxwestinê pêşwazî lê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo dema li Herêma Kurdistanê maye, ji bo geşkirina pêwendiyên Fransa û Kurdistan ked daye û xebat kirîye, spasiya Balyozê Fransayê kir û di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê xwast.

Balyozê Fransayê ji bo hevkarî û hevahengiya bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel balyozxane û konsulxaneyên Fransayê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo rola wê ya erênî spasiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Di vê hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Fransa yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî tê de amade bû, giringiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.

Di civînê de her wiha pêwîstiya pabendbûna Iraqê ya bi sîstema demokratîk û federal re û rêzlê girtina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê jî hate zaman.