Balyozê Fransa yê Iraqê ji bo xatir bixwaze seredana Nêçîrvan Barzanî kir

09 January 2024 01:53 0 dîtin
Balyozê Fransa yê Iraqê ji bo xatir bixwaze seredana Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd – Balyozê Fransayê yê Bexdayê Eric Chevallier, ji ber wexta wezîfa wî ya Iraqê qediya, seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Barzanî li Hewlêrê balyoz Eric Chevallier qebûl kir.

Li ser mijarê serokatiya Herêma Kurdistanê daxwuyanî da û tê de got ku serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî ji ber pêşdebirina têkiliyên Fransayê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re sipasiya xwe ji balyoz re kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di karê nûh yê Eric Chevallier de jê re serkeftinê xwestiye. Her dû teref ji bo çareseriya arîşeyên navbera Erbîl-Bexdayê di rêya danûstendinan de hemfikriya xwe ragihandine.

Balyoz Chevallier, ji ber desteka Kurdistan û Bexdayê di babeta birêvebirina wezîfa xwe de, ji Herêma Kurdistanê re sipasiya xwe kiriye. Chevallier, heman hevkariyê ji bo bi balyozê nûh yê Fransayê re bimeşînin, bendeya xwe diyar kiriye.