Serok Barzanî û Balyozê Amerîka rewsa Iraq û Sûriyê gutûgo kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û serkeftina kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û hêviya xwest ku encamên bibe sedema aramiya Iraqê û rastbûna proseya siyasî.
Balyozê Amerîka li Iraqê tekezî li wê jî kir, hevbeşiya welatê wî ligel Herêma Kurdistanê stratejî ye û alîkar e ji bo aramiya Iraq û navçeyê.
Di wê civînê de, guftûgo derbarê qonaxa piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin û tekezî li ser berçavgirtina perensîbên hevbeşiya rasteqîne hate kirin.
Rewşa Sûriyê û gefên terorê li ser asta Iraq û navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin