Serokwezîr Barzanî sefîrê Amerîkayê Matthew Tueller qebûl kir

25 February 2021 00:17 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî sefîrê Amerîkayê Matthew Tueller qebûl kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sefîrê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller qebûl kir û li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê axifîn. Tueller di hevdîtinê de got ku li hemberê êrîşên rêxistinên terorê bo ser Hewlêrê destekê didin Kurdistanê û piştî bûyerê bo wan xebatên hêzên asayîşa Kurdistanê sipasiya xwe kir.

Tueller her weha sipasiya xwe di derbarê xebata bi koordînasyon a hêzên ewlehiya Kurdistanê û hêzên koalîsyonê sipasiya xwe ragihand.

Tueller di hevdîtinê de ragihand ku Kurdistan di Rojhilata Navîn de hevkarekî girîng û stratejîkê û wê bi hevkariya hukumeta Herêma kurdistanê û Bexdayê cezayê êrîşkeran bidin.

Serokwezîr Barzanî jî bo desteka Amerîkayê û koalîsyonê sipasiya xwe kir û got dê Kurdistan di Rojhilata Navîn de faktora xwe ya ewlehiyê û îstîqrarê dewam bike.