Borell û Ebdulahyan civiyan: Ji Îranê daxuyaniya hevdîtinên Vîyenayê

20 December 2022 21:17 0 dîtin
Borell û Ebdulahyan civiyan: Ji Îranê daxuyaniya hevdîtinên Vîyenayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berpirsê Derve û Polîtîkayên Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell li Urtinê bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan re hevdîtinek pêk aniye û behsa vejandina hevdîtinên Vîyena yên peymana nukleerî kirine.

Li gorî ragihandina dîplomatekî îranî bo AFPê, Ebdullahyan îro di dema ‘Lûtkeya Bexda 2’ de, li Urdinê bi Josep Borrell re civiyaye.

Ajansa ÎRNA ya Îranê jî da xuyakirin ku Ebdullahyan ji Borrell re diyar kiriye ku ew amade ne li gorî reşnivîsa di encama danûstandinên dijwar de derketiye, hevdîtinên Vîyanayê bi dawî bikin.

Hêjayî gotinê ye, ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku hevdîtinên nukleerî yên di navbera Tehran û welatên rojava de xitimîne.

Hatiye diyarkirin ku dema civîna Borell û Ebdullahyan, kordînatorê hevdîtinên Vîyenayê yê Yektîya Ewropa Enrique Mora û berpirsê danûstandinên Îranê Elî Baqirî jî amade bûn.