Îstîxbarata Amerîka û Îsraîlê, ligel HSDê êrîs bir ser milîsên Îranê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji bo Peyama Kurd hatin ragihandin, li ser rêya M4ê ya girêdayiyê Hesekêya Rojava û Heleba Suriyeyê, êrîş li konvoya tankêrên sotemeniya qaçaxa Îranê hatiye kirin.
Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin, konvoyeke tankêrên sotemeniyê ya ku xwestiye di ser rêya M4ê re derbasî Tel Abyadê bibe, li ser hevkariya Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) û îstîxbaratên Amerîka û Îsraîlê, rastî êrîşê hatiye û bi rêya vê êrîşê tankêr hatine bêbandorkirin.
Di agahiyan de hat ragihandin ku konvoy ji 21 tankêran pêk dihat û aîdê komên milîsên Îranê bûye. Her wiha hat zanîn ku piştî operasyonê, hêzên HSDê kesên sax mane, desteser kirine.
Rêbejahiya M4ê ku HSD, rejîm û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê ji hev vediqetîne, dem bi dem rastî pevçûn û bombardumanên li dijî hev tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin