Bedran Çiyakurd: Amerîkayê car din hevpeymaniya xwe ligel HSDê tekez kir’

15 November 2019 10:37 0 dîtin
Bedran Çiyakurd: Amerîkayê car din hevpeymaniya xwe ligel HSDê tekez kir’

PeyamaKurd – Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd ragihand, ku encama hevdîtina Erdogan û Trump diyar dike, tu encamên berbiçav nehatine bidestxistin. Pirsgîrekên di navbera herdu aliyan de, her berdewam in.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd anî ziman, ku nêzîkahiya Trump bi Erdogan re, di destê yekem de dûrxistina Tirkiye ji Rûsyayê ye. Lê sekneke nêzîk a Tirkiye ligel Rûsya jî heye. Ev yek hin aloziyan derdixe pêş Tirkiye, herweha Enqere hewil dide, mefayê ji Moskow û Washingtonê jî werbigre.

‘Tirkiyê ji roja yekem ve agirbest binpê kir’

Çiyakurd derbarê agirbestê de jî diyar kir ku, yan hûrgilî di destê Serokê Amerikayê de nîn in, yan jî Trump dixwaze Erdogan razî bike. Tiştên nerast bibêje. Ji roja xwe ya yekem ve agirbest ji aliyê Tirkiye ve hatiye binpêkirin û Artêşa Tirkiye û çekdarên bi ser ve êrîşî hemû pêkhateyan li rojavayê Kurdistanê dike, bi taybet di deverên Serêkaniyê, Girêspî û Tiltemirê de û Enqere êrîşî Kristiyanan, Êzdiyan û hemû pêkhateyên din jî dike.

‘Amerikayê car din hevpeymaniya xwe ligel HSDê tekez kir’

Çiyakird liser hevkarî û hevpeymaniya HSD ligel Amerika de anî ziman, pêwendiyên Hevpeymanan û Amerika ligel HSD hene û ev yek, bi taybet encama raya giştî ya Amerika, Kongres û Senato jî bû. Amerika pozisyona xwe di ber çavan re derbas kir û hevpeymaniya xwe ligel HSDê carek din tekez kir. Têkoşîna li dijî DAIŞ berdewam e. Teror hîn jî, bi rewş a xwe ya cuda li deverê heye. Êrîşa Tirkiye jî, rê vekir ku DAIŞ û grûbên din ên tundrew liv û tevgera xwe zêde bikin.

Girêdayî yekrêziya Kurdan Çiyakurd eşkere kir, pêwendî ji bo pêkanîna yekrêziyê berdewam in. Rewş hestyar e û hemû aliyên siyasî yên Kurd, dive xwedî yek gotin bin. Pêngav û hewldan jî, berdewam in. HSD jî,  ligel aliyan civiya. Aliyên Kurd dive xwedî li destkeftan derkevin, ku Rêveberiya Xweser, HSD, PYD, YPG destkeft in. ne mumkin e, ji serî ve her tişt destpê bike. Ev ne daxwazeke rewa ye.

‘Li rojavayê Kurdistanê nabe du aliyên artêşê hebin’

Liser nêzîkahiya HSD û Pêşmergeyên Roj, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd got, Li rojavayê Kurdistanê nabe du aliyên artêşê hebin. HSD jixwe di nav xwe de pergaleke leşkerî heye, di nav pergala xwe de, dikare pêwendiyê ligel sistemên din ên leşkerî hebe. Dikarin di nav pergala HSDê de, xwe organize bikin.