Serokê BCFê: Em ê ligel berpirsên Amerîkayê bicivin

15 August 2023 17:00 0 dîtin
Serokê BCFê: Em ê ligel berpirsên Amerîkayê bicivin

PeyamaKurd- Serokê Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF) Musa Ehmed ragihand ku ew ê li Amerîkayê li ser rewşa koçber û penaberên Herêma Kurdistanê hevdîtinê bikin.

 Mûsa Ehmed di agahiyên xwe de bal kişand ser rewşa koçberan a Herêma Kurdistanê û di dewama axaftina xwe de wiha got:

“Di civîna sibê de em ê hûrgiliyên zêdetir ên di derbarê rewşa penaberên Herêma Kurdistanê de bidin Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê. Em hêvîdar in ku rêxistinên navdewletî razî bikin ku wan han bidin ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Serokê BCFê da zanîn ku heta niha 300 hezar koçberên Êzîdî li kampên Herêma Kurdistanê di bin şert û mercên giran de dijîn û got,

“Dema ku rewşa jiyana koçberên Êzîdî baş bibe, dê bikaribin vegerin malên xwe. Yek ji astengên herî mezin li pêşiya vegera wan jî pêknehanîna peymana Şengalê ye ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hatiye destnîşankirin.”

Ehmed diyar kir ku 248 hezar penaberên Rojava li Herêma Kurdistanê di 10 kampan de dijîn û derfeta vegera wan zû nemaye lewma pêwîstiya wan bi piştevaniya rêxistinên alîkariyê heye.

Mûsa Ehmed bi berdewamî got ku li gorî daneyên Dezgeha Alîkariya Barzanî dê 2 hezar û 800 malbat vegerin kampan.