Hakan Fîdan, ligel Wezîrê Amerîkayê Blinken axivî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de cih girtin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di destpêka karê xwe de dest bi dan û stendinên ligel hevtayên xwe kiriye.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Hakan Fîdan ê ku hîn nû wekî wezîr hat tayînkirin, bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re pêwendiyeke telefonî danî.
Di derbarê pêwendiyê de hat ragihandin ku Blinken, ji ber erka wî ya nû, Hakan Fîdan pîroz kir.
Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de li ser endamtiya Swêdê ya NATOyê, pêvajoya asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye-Ermenistan û Azerbaycan-Ermenîstanê, kirîn û nûjenkirina F-16an û peymana genim a Ukraynayê jî nirxandin hatine kirin.
Li gorî hat ragihandin, herdu wezîran tekezî li ser amadebûna xwe kirin ku di zûtirîn demê de careke din bicivin û mijarên rojeva hevpar a di navbera herdu welatan de gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin