Ji rejîmê dijî HSDê name bo NY: Xizmeta projeyên Amerîka û Îsraîlê dike
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Sûriyê nameyek li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand.
Di wê nameyê de hat gotin, “Bi piştgiriya hevpeymanên xwe em ê navçeyên di destê HSDê de vegerînin bin kontrola hikûmeta navendî ya Şamê.”
Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de ku şandina nameyê radigihîne, HSD wek “milîsên tawanbar” bi nav kir û wiha pê de çû:
“HSD dixwaze rewşa defakto li cihên ku di bin kontrola wê de ye bisepîne.. HSD xizmeta projeyên Amerîka û Îsraîlê dike.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sûriye rê nade parçekirina axa xwe û wê yekîtiya axa welat û serweriya Sûriyê were parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin