Komên dijî rejîmê 20 gundên din ên Hemayê xistin bin kontrola xwe
PeyamaKurd – Komên çekdar ên dijî rejîmê ku bi hêzên rejîma Beşar Esed re bi qasî 5 kîlometreyan li derveyî navenda bajarê Hemayê li Sûriyê şer kirin, 20 gundên din xistin bin kontrola xwe.
Komên dijî rejîmê bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şam ku ji 27 Mijdarê ve bi hêzên rêjîma Esed re şer dikin, ber bi parêzgeha Hemayê ve pêşve diçin. Komên ku bi qasî 5 kîlometreyan li derveyî navenda bajarê Hemayê bi hêzên rejîmê re şer dikin, gundên Pasîf, Elcîd, El-Krayyim, Hemr, Suruc, Es-Sa'n, Şêx Hilal, El-Mejdel, Tel Bicu, Soubin, Zor El-. Nasiriye, Zor El- Mesalik, El-Hacame, Zor Ec-Cerabiyat, El-Naura, El-Mubarakat, Resm El-Bağl, Avveyce, Gundên El-Ayur û Kasun Ec-Cebel xistin bin kontrola xwe.
Koman herwiha Dibistana Leşkerî ya Zirxî, cebilxaneya Xettab, Baregeha Leşkerî ya Pirsûsê û Tûgaya 25an a li nêzî navenda bajarê Hemayê bi dest xistin.
Li aliyê din komên li dijî rejîmê ku ji aliyê bakurê Hemayê ve pêşde diçin, li rojhilat û rojavayê bajêr jî şer û pevçûn diqewimin. Herwiha xuya ye ku kom hewil didin ku ji rojava û rojhilatê bajêr ber bi başûr ve pêşve biçin da ku navenda bajarê Hemayê dorpêç bikin û rêyên peydakirinê qut bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin