Pistî Helebê komên çekdar ber bi Hemayê bipêsve diçin: 450 kustî hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike û komên girêdayî Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) piştî kontrolkirina Helebê niha jî ber bi bajarê Hema ya nêzî paytex Şamê ve bipêşve diçin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di şer de, ji 27ê Mijdarê ve ji herdu aliyan 446 kes hatine kuştin. Li gorî SOHRê ji wan 244 çekdar, 141 leşkerên şamê û alîgirên wê û nêzîkî 60 kes di êrîşên balafirên şer yên Rusyayê de hatine kuştin.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku çekdaran niha berê xwe dane bajarê Hemayê û li gundewarê bakurê Hemayê şerekî dijwar rû dide.
Herwiha li gorî zanyariyan, hêzên rejîmê jî li wan deran xetên xwe yên parastinê xurt kirine û naxwaze weke Helebê vekişe.
Çavkaniyên deverê didin xuyakirin ku ji aliyê din ve bi sedan çekdarên komên milîsên Îranî jî ji ser Iraqê ve berê xwe danê xetên şer daku piştevaniya hêzên rejîma Sûriyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin