Berî destpêkirina danûstandinên Vîyenayê, Îranê du qat zêdekirina Ûranyûmê ragihand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê stoka xwe ya ji sedî 60 a dewlemendkirina Ûranyûmê gihandiye 210 kîloyan ku ev jî nêzîkbûna Îranê ya bo çekên atomî nîşan dide.
Berdevkê Ajansa Atomî ya Îranê Behruz Kemalvendî ji ajansa Mehr nîvfermî ya Îranê re beriya destpêkirina hevdîtinên nukleerî yên Vîyenayê bi çend hefteyan daye xuyakirin, wan stoka xwe ya ûranyûma dewlemendkirî di demeke kurt de du qatan zêde kiriye.
Kemalvendî daye zanîn ku wan heta niha 210 kîlo ûranyûma dewlemendkirî hilberandiye û rêjeya ûranyûma ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin jî gihîştiye 25 kîloyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin