Îranê encama danûstandinên Vîyenayê red kir: Ne li gorî yasaya parlamentoyê ye!
PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Îranê, rêkeftina ku di encama hevdîtinên Viyenayê yên derbarê peymana nukleerî de hatibû kirin, red kir. Li gorî rêkeftinê bi pabendbûna Îranê ya peymana nukleerî re dorpêçên aborî yên ser Îranê wî bihatina rakirin.
Berdevkê hikûmeta Îranê Elî Rebîhî îro Sêşemê 20ê Tîrmehê ragihand: “Rêkeftina ku di encama danûstandinên Viyena de hatibû bidestxistin, ji aliyê Komîteya Asayişa Nîştimanî ya Îranê ve hate redkirin.”
Elî Rebîhî gotiye: “Komîteyek li Encûmena Sayişa Nîştimanî heye ku wê lihevkirina Viyena ligel yasaya Parlamentoya Îranê ya derbarê rakirina dorpêçan de nakok dîtiye, lewra ew red kiriye.”
Rebîî behsa endamên wê komîteyê nekiriye, lê diyar kiriye ku erkê wê komîteyê daneberhev a lihevtêgihîştina ligel yasaya parlamentoyê ya pesendkirî ya sala borî ye, ku komîteyê gihîştiye wê encamê ku rêkeftina di hevdîtinên Viyenayê de ne li gorî yasaya parlamentoya Îranê ye.
Berdevkê hikûmeta Îranê da xuyakirin, berdewamiya danûstandinan ji bo hikûmeta nû hate paşxistin û Encûmena Asayişa Nîştimanî tekez kiriye ku danûstandin dê berdewam bin ji bo bidestxistina hemû xwestekên Îranê.
Li gorî yasaya parlamentoya Îranê, eger hemû dorpêç neyên rakirin, Îran dê alîkariyên xwe li gel Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî rawestîne, her meh 500 kg uranyomê bimeyîne û her sal jî 120 kg uranyoma bi rêjeya %20 meyandî berhem bîne, 1000 santrifiyojên IR6 damezrîne û kargeha berhemanîna uraniyoma kanzayî li bingeha Îsfehanê jî ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin