WSJ: Îranê di danûstandinên Vîyenayê de pasde gav avêt!

04 August 2022 21:01 0 dîtin
WSJ: Îranê di danûstandinên Vîyenayê de pasde gav avêt!

PeyamaKurd – Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî bi zarê dîplomatên aliyên ku beşdarî gotûbêjên vegera li Peymama Nukleerî ya Vîyenayê dibin ragihand ku Îranê ji bo vegera li peymanê paşde gav avêtiye.

Rojnameyê bi zarê çavkaniyên beşdarên muzakereyên Vîyenayê daye xuyakirin ku aliyê Îranê ku derxistina ji lîsteya terorê ya Supaya Pasdaran wek merc danîbû, paşde gav avêtiye û dev ji wî mercî berdaye.

Dîplomatekî ji WSJê re gotiye, "Îranê niha ew daxwaza xwe ya derxistina ji lîsteya terorê ya Pasdaran qebûl kiriye ku bide aliyekî û neyîne rojevê. Lê belê ji Washingtonê garantiyên ku peymanê terk neke û dorpêçan ji nû ve nede destpêkirin dixwaze.”

Li aliyê din berpirsekî Îranî jî di beyana xwe ya li ser mijarê bo IRNAyê de, ew îdia red kiriye û gotiye, “Îran li pey daxwazên derxistina ji lîsteya terorê ya Supaya Pasdaran e.”