Yekîtiya Ewropa û Îranê li ser ji nû ve destpêkirina hevdîtinên Vîyenayê li hev kir

04 November 2021 21:03 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa û Îranê li ser ji nû ve destpêkirina hevdîtinên Vîyenayê li hev kir

PeyamaKurd – Hevdîtinên zindîkirin û vegera li bernameya atomî ya Îranê, piştî 5 mehan ji nû ve dest pê dikin. Hat ragihandin ku Îran û Yekîtiya Ewropayê eşkere kirine, ew dê 29ê Mijdarê danûstandinên Viyenayê bidin destpêkirin.

Piştî pêwendiya telefonî ya Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî, Fermangeha Karûbarê Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku hikûmeta Îranê razî bûye dest bi gera heftem a gotûbêjan bike, ew jî piştî pênc mehan ku rawestiyabûn.

Fermangeha Karûbarê Derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihandiye, Komîteya Hevbeş a Rêkeftina Atomî di 29ê Mijdarê de civîneke rû bi rû li Viyenayê saz dike û Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora civînê birêve dibe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî ew nûçe piştrast kir û got: “Di peywendiyeke telefonî de ligel Enrique Mora, li ser destpêkirina gotûbêjan û rakirina cezayên zilmker û ne mirovane rêkeftin di 29ê Mijdarê de li Viyenayê.”

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price, pêşwazî li wê daxuyaniyê kir û got, heger Îran di danûstandinan de cidî be, wê demê dibe bilez bigihin rêkeftinê û hişyarî jî da Îranê ku hewl nede tevlîhevî û bêzarkirinê wek karta guşarê bikar bîne.

Ned Price got: “Me daye xuyakirin ku zêdebûna çalakiyên atomî yên berdewam ên Îranê neavaker in û ligel wê armancê naguncin ku Îranê ragihandiye ji bo vegera ser pêbendbûna dualî bi rêkeftina atomî. Herwiha em gelekî vekirî bûn zêdebûn û bêzarkirinên atomî yên Îranê ti hêzeke zêde nadin Îranê di dema berdewambûna gotûbêjan de.”

Hêjayî gotinê ye, razîbûna Îranê ji bo destpêkirina gotûbêjan piştî welatên rojava hişyarî dan ku bi awayekî metirsîdar Tehran nêzîkî çêkirina çekên atomî bûye û Îsraîlê jî gefa êrîşê li Îranê xwar, pêk hat.