Danûstandinên atomî yên ligel Îranê ji ber 'sedemên derve' hatin rawestandin
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku ji ber sedemeke derve danûstandinên Vîyenayê yên peymana nukleerî ligel Îranê hatin rawestandin.
Borrell navê wê sedema derve eşkere nekir, wekî sedema rawestandina danûstaninan daxwaza Rûsyayê ya garantiyê ji Amerîkayê tê nîşandan.
Li gorî zanyariyan, Îranê daxwaz kiriye heger rêkeftina atomî were çalakkirin, nabe dorpêçên Amerîka yên li ser Rûsyayê bandorê li ser alîkariyên navbera Moskow û Tehranê bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan jî ragihandiye, Amerîka mijareke nû xistiye nav danûstaninên nukleerî û bêyî wê mijarê eşkere bike gotiye, ew li ser wê mijarê gotûbêjan nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin