Peymana Atomî ya ligel Îranê tê zindîkirin, tarîxa civînê eskere bû!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê berpirsên îranî û ewropî li ser Plana Hevbeş a Berfireh ya peymana nukleerî ji nû ve bicivin.
Îro 2yê Nîsanê di navbera welatên hevbeşên peymana atomî yên Îran, Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê de civîneke online hat lidarxistin û biryar hat dayîn li ser Peymana Atomî ya ligel Îranê ku sala 2015an hatiye îmzekirin û di serdema Trump de Amerîka jê vekişiyabû, 6ê Nîsanê li Vîyenayê hevdîtineke din pêk bînin.
Gotûbêjkarê bilind ê hevdîtinan yê Îranê û cîgirê wezîrê derve Abbas Araqçî civîna ligel welatên hevbeşên peymanê piştrast kiriye û ji meday îranî re ragihandiye ku wan roja Sêşema borî qebûl kiriye li Vîyenayê rûbirû bi aliyan re bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin