Ji Amerîka û Îranê daxuyaniyên peymana atomî: Em ji her demê nêzîktir bûne!

24 March 2022 21:59 0 dîtin
Ji Amerîka û Îranê daxuyaniyên peymana atomî: Em ji her demê nêzîktir bûne!

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan derbarê danûstandinên atomî yên ligel Îranê de daxuyanî dan.

Sullivan di balafira Air Force One de ku ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden diçû civîna NATO ya li Bkurksekê ji rojnamevanan re axivî û got: “Di van hefteyên dawî de me hin pêşketin pêk anîn. Lê, hîn nediyar e ka wê peymana nukleerî ji nû ve bikeve pratîkê yan na.”

Sullivan diyar kir, hevalbendên wan ji bo careke din xebatên Îranê yên nukleerî bi sînor bikin dixebitin û da zanîn,  pirsgirêkên hîn nehatine çareserkirin dikarin li ser masê bimînin.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan jî li ser danûstandinên vegera peymana atomî got, “Ji nûve pêkanîna peymana nukleerî ya sala 2015an ji her demê nêzîktir e.”

Abdullahiyan diyar kir, “Ger Amerîka bi awayekî pratîkî tevbigere, em amade ne ku li Viyanayê bi wezîrên derve yên welatên îmzeker re bicivin. Em di wê baweriyê de ne ku îro li Viyanayê îhtîmala lihevkirinek ji her demê zêdetir nêzîk bûye.”