Amerîka: Daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê ne rast in

13 March 2023 13:57 0 dîtin
Amerîka: Daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê ne rast in

PeyamaKurd – Amerîkayê diyar kir, daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ên derbarê “Li ser pevguhertina girtiyan bi Amerîkayê re li hev kirine’’ ne rast in.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyekê de ji bo Associated Press (AP), daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan red kir ku gotibû, "Em di demên dawî de gihîştine rêkeftinekê û eger her tişt ji aliyê Amerîka ve baş biçe, ez bawerim em ê bibin şahidê pevguhertina girtiyan demeke kurt."

Price derbarê îfadeyên navborî de wiha got: "Dereweke din a hovane. Derewên bi vî rengî êşa malbatan zêde dike. Em ji bo serbestberdana 3 Amerîkîyên ku bi neheqî li Îranê girtî ne dixebitin. Heta ev kes negihîjin hezkiriyên xwe, em ê ranewestin."

Li Amerîkayê hin hemwelatiyên Îranê bi sûcdariya binpêkirina cezayan û herî kêm 3 hemwelatiyên Amerîkî jî bi tohmeta sîxuriyê li Îranê hatine binçavkirin.