Wezîrê karên derve yê Amerîka û Misrê li ser Xezzayê axifîn

09 March 2024 00:14 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Amerîka û Misrê li ser Xezzayê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û yê Misrê Semîh Şukrî di rêya telefonê de li ser rewşa Xezzayê axifîn. Di mijarên axaftinê de guhertina esîran û agirbesê hebûn.

Li ser mijarê, berdevkê wezareta karên derve yê Misrê Ahmed Ebu Zeyd, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku her dû wezîr di rêya telefonê de axifîne.

Di nava axaftina wan de babeta gihandina alîkariya mirovî ya ji bo Fîlîstîniyan jî hebû.

Berya axaftina her dû wezîran, Blinken bi wezîrê Erebistana Sa’ûdiyê bi Faysal bin Ferhan re jî li ser rewşa Xezzayê axifîbû.