Lapid û Macron pêvajoya vejandina peymana atomî ya bi Îranê re gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid û Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêvajoya vejandina peymana atomî ya bi Îranê re bi rêya telefonê gotûbêj kirin.
Li gor Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid do bi daxuyaniyekê da zanîn, Lapid ji Macron re gotiye ku Îsraîl li dijî vejandina peymana navokî ya bi Îranê re ye û herwiha ger vegera peymanê pêk were, wê Îsraîl pabend û girêdayî wê peymanê nebe.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Serokwezîr Lapid ji Serok Macron re got ku Îsraîl dijî vejandina peymanê ye û wê ji ber peymanek wiha, ne mecbûrî tu berpirsiyariyê be û ji Macron re diyar kir, wê Îsraîl hemî tiştên pêdivî bike, da ku Îran negihîje asta çêkirina çekên atomî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin