Macron û Biden li ser peymana ‘kestiyên noqavê’ axifîn
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi sedema berê bi Awûstralya re peymana filoya keştiyên noqavê çêkiribû û Amerîka û Îngîltere peymanê dan îptalkirin û wan bi xwe peymanê bi Awûstralya re girêda, navbera wan nexweş bû û niha her dû serok biryarê dan ku di rêya telefonê de li ser mijarê biaxifin û ji nûh de ji bo bawerî çêbibe diyalogê bidin destpêkirin.
Daxwaza axaftinê ji serokê Amerîkayê Biden hat û di encamê de bi Fransayê re beyaneka hevpar dan çapemeniyê. Di beyana hevpar de weha hat gotin:
“Macron û Biden di nav hevkaran de li ser berjewendiyên Fransa û dewletên Awrûpayê ji bo îstîşare bikin, biryarê dan ku şêwra wan karibe arîşeyên navbera wan bide rawestandin.
Her dû serokên dewletan ji bo afirandina şertên baweriyê çêbikin û bigihên hedefên hevpar, wê pêşniyarên xwe yên berçav bikin û biryarê dane şêwreka kûr bidin destpêkirin. Wê Macron û Biden di meha cotmehê de bo xwe bigihînin noqteyên hevpar yên peymanê, wê li Awrûpayê bicivin.”
Macron li ser vê axftinê û rêkeftinê wê konsolosê xwe yê ku ji Amerîkayê vekişandibû di hefteya pêşiya me de bişîne Amerîkayê. Di beyanê de hat gotin ku Amerîka, Fransa û Yekîtiya Awrûpayê li Pasîfîka Hindê angajmana wan stratejîke û girînge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin