Biden: Peymana Rûsya-Belarûsê gelekî neyînî ye
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got, berteka wî ya li ser peymana Rûsya-Belarusê ya li ser çekên nukleerî yên taktîkî "pir neyînî" bû.
Biden li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.
Li ser pirsa li ser berteka wî ya li ser peymana ku di navbera Rûsya û Belarusê de li ser çekên nukleerî yên taktîkî hatiye îmzekirin, Biden bersiv da û got, "Gelekî neyînî ye."
Ji aliyê din ve Biden diyar kir, ew ji hevdîtinên sînorkirina deynan geşbîn e û got, muzakere didomin û hêvîdar e îşev diyar bibe ka wê lihevkirin çêbibe yan na.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Belarûsê Vîktor Hrenîn di 25ê Gulanê de belgeyên li ser bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî yên li Belarûsê îmze kiribûn.
Hrenin destnîşan kir, ev yek bersivek e li hemberî siyaseta "nedostane" û "êrîşker" a welatên rojava.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di meha Adarê de ragihandibû ku ew ê çekên nukleerî yên taktîkî li Belarûsê bi cih bikin. Pûtîn herwiha diyar kir, pergalên moşekî yên "Alexander" yên ku berê radestî Belarusê kiribûn, wê bi çeka navborî were çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin