Biden: Metirsiya dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve gelekî cidî ye

17 February 2022 21:33 0 dîtin
Biden: Metirsiya dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve gelekî cidî ye

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku metirsiya dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve gelekî cidî ye û got, dibe ku Rûsya di nav çend rojên pêş de êrîş bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro 17ê Sibatê bal kişand ser cidîbûna metirsiya ku Rûsya di nav çend rojên pêş de Ûkraynayê dagir bike û diyar kir, niyeta wî tune ye careke din bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re li ser mijarê pêwendiyê bike.

Joe Biden destnîşan kir ku hemû agahî û nîşaneyên li ber destê wan belge ne ku Rûsya amade ye bikeve nav axa Ûkraynayê.