Rûsya û Îran peymana stratejîk a 20 salan îmze dikin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îran û Rûsya li ser peymaneke hevkariya stratejîk a 20 salan li hev kirine û Serkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ji bo îmzekirina peymanê ligel Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn gihîştiye Moskowê.
Hate diyarkirin ku Mesûd Pizîşkiyan îro 17ê Çile bi serdaneke fermî gihîşt Moskowê û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li ser bihêzkirina pêwendiyên siyasî, aborî û leşkerî yên navbera Tehran û Moskowê civiya.
Li gorî agahiyan, Pizîşkiyan rasterast ber bi Koşka Kremlinê ve çû û biryar e îro civîna lûtkeya şandên herdu welatan dest pê bike.
Li gorî çavkaniyan, tê çaverêkirin piştî hevdîtina navbera her du aliyan, lihevkirina stratejîk were îmzekirin, ku ji bo 20 salan berdewam dike û ji 47 xalan pêk tê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya civînê dabû xuyakirin, “Ev lihevkirinnameya stratejîk wekî lihevkirinnameya Rûsya û Koreya Bakur ne ji bo dijatiya ti welatekî ye, tenê tê wateya giringîdana pêwendiyên aborî yên her du welatan nexasim jî di warên xwendin û enerjiyê de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin