Çîn û Îran peymana stratejîk ya bo 25 salan nûkirin

10 September 2019 01:10 0 dîtin
Çîn û Îran peymana stratejîk ya bo 25 salan nûkirin

PeyamaKurd- Çîn dibe ku di sektorên ku Amerîka dorpêçê daniye ser wan û yên din de bi bihayê 400 mîlyar dolarî sermaye bixe bazara Îranê. Di sala 2016an de Çîn û Îran di navbera xwe de peymaneka 25 salî îmzekiribûn û di meha tebaxê de dema wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf çû seredana Çînê, peymana xwe nûkirin.

Li gor kovara Petroleum Economist radigihîne ku çavkaniya wê kesekî ji wezareta Îranê ya petrolê ye, li bende ne ku di çarçoveya peymanê de bo bazara Îranê bi bihayê 400 mîlyar dolarî sermaye bixe welatê Îranê. Ev sermaye dibe ku di nav 5 salan de bikeve Îranê.

Li gor rapora ku di kovarê de heye, peyman ne li ser dolarê Amerîkiye, potansiyeleka mezin di sektora xaz û hîdrokarbonê de heye û balê dikşîne ser sîsmîkê. Di çarçoveya peymanê de wê Çîn sektora Îranê ya petrolê, xazê û petrokîmyayê bipêşbixe û 280 mîlyar dolar pere bixê. Di seha zeximkirina bingeha neqliyê û endustriyê de dixwaze 120 mîlyar dolar pere bixe bazarê.

Çîn bo bazara xwe biparêze, wê 5 hezar leşker bişîne Îranê. Wê Çîn karibe bi îskontoyeka herî kêm %12 xaz, petrol û berhemên kîmyewî ji Îranê bikire.