Sûriye û Îran peymana nûkirina tora  elektrîkê îmze kirin

02 November 2019 21:22 0 dîtin
Sûriye û Îran peymana nûkirina tora  elektrîkê îmze kirin

PeyamaKurd- Bo nûhkirina tora elektrîkê,hukumeta Sûriyê bi Îranê re peymanekî pêş îmze kir. Li Sûriyê li aliyekê rejîma Esed xwe xurt dike û li aliyê dinê bo nûkirina sîstema bingehîn ya tora elektrîkê Îranê re peymanan girê dide.

Bi salaye ku li Sûriyê şer dewam dike û rejîma Esed ciyê ku dixe binê destê xwe, tiştên bingehîn ji nû de tamîr dike an bi temamî çêdike. Medya dewleta Îranê jî mijara peymana pêş bo nûkirina tora elektrîkê piştrast kir ku bi Sûriyê peyman hatiye îmzekirin.