Venezuela û Îran ji bo 20 salan peymana hevkariyê îmze kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Venezuelayê Nicolas Maduro bi seredana fermî çû Tehranê û bi serokkomarê Îranê İbrahim Reisi re civiya. Piştî hevdîtina her dû serokkomaran ragihandin ku ji bo 20 salan peymana hevkariyê îmze kirine û piştî 18 ê temmûzê wê seferên balafiran di navbera Tehran û Caracasê de destpêbikin. Sefer hefteyê carekî dê bibe.
Maduro ragihand ku hevkariya bi Îranê re di seha enerjiyê, petrol, xaz, rafînerî, petrokimya, fînans û bergiriyê de qelemên sanayiyê hene û her dû dewlet di dinyayê de herî dorpêçên zêde li ser wan hene. Maduro her weha behsa Banka Îranê ya Netewî û têkiliyên Venezuelayê kir û got ku Îran di hilberîna xidayan de gelek pêşketiye û divê Venezuela jê sûd welgire.
Pispor dibêjin ku peymana fînansê ya bi Îranê re, sîstemekî cuda ye ku dikare dorpêçên di asta navdewletî de li derve bihêle û hetta Tirkiye û Rûsya di nav vê sîstemê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin