NY bang li Îranê kir ku sertên peymana atomî binpê neke

02 July 2019 17:17 0 dîtin
NY bang li Îranê kir ku sertên peymana atomî binpê neke

PeyamaKurd – Piştî ku doh Îranê beşek din ji peymana atomî ya ku Amerîka jê vekişiyaye binpê kir û sînorê rêjeya ûranyûmê derbas kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bang li Îranê kir ku li gor peymana nukleerî ya sala 2015an tevbigere.

Berdevikê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric ragihand ku Îran bi bi biryara nû dê bike ku gelê Îranê ji peymanê fêdeyên aborî negire.

Dujarric got, biryara Îranê dê zirarê bide parastina peymana atomî û diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li Îranê kiriye ku şertên peymanê bi cih bîne.