Rûsya: Em di qonaxa dawiyê ya danûstandinên atomî de pistgiriya Îranê dikin

01 September 2022 12:37 0 dîtin
Rûsya: Em di qonaxa dawiyê ya danûstandinên atomî de pistgiriya Îranê dikin

PeyamaKurd – Wezîrên Karên Derve yên Rûsya û Îranê, li Moskowê tevî gotûbêjkirina têkiliyên her du welatan û berjewendiyên hevbeş, li ser danûstandinên zindîkirina rêkeftina atomî ya Îranê gotûbêj kirin.

Li gor Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Ebdullahiyan da zanîn, Îran dixwaze Amerîka baweriyek zêdetir di derbarê berdewambûna rêkeftinê de bide wan.

Hunsên Emîr Ebdullahiyan da zanîn: “Hevkarên min bi hûrgilî lêkolînê li ser dikin. Hîn jî zimanek bihêztir û cidîtir ji me re pêwîst e di mijara bawerîdayînê de, ji bo wê jî em li rêyeke çareseriyê digerin ku bikarin di wê rêyê de baweriyek zêdetir a nivîsandî bi dest bixin.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî eşkere kir: “Bi hûrgilî me qala hemû xalên girêdayî rekftina etomî ya Îranê kir. Wezîrê Karên Derve jî pêşwaziya xwe ji bo hewlên me yên zû çalakkirina rêkeftinê nîşan da. Herwiha me qala wê yekê kir, pêwîst e hemû cezayên ne yasayî yên li ser Îranê werin rakirin û civaka navdewletî jî li bendê ye ku Amerîka zû vegere nav rêkeftinê. Em di qonaxa dawiyê ya danûstandinan de piştgiriya Îranê dikin.”