Rûsyayê bi fuzeya Yars a balîstîk û atomî gef xwar

06 February 2025 19:39 0 dîtin
Rûsyayê bi fuzeya Yars a balîstîk û atomî gef xwar

PeyamaKurd – Rûsyayê bi fuzeya balîstîkî xwedî şiyana serikên nukleerî ‘Yars’ê rahênana leşkerî kir.

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li herêma rûbara Volgayê bi moşekên parzemînî yên nukleerî tetbîqata leşkerî pêk anîne.

Hate ragihandin ku yekîneyên fuzeya Yarsê ji bo zêdekirina nepeniya xwe erka xwe li nav daristanê bicih anîne û ligel komên sabotajê tetbîqata parastinê kirine.

Ev hemleya Rûsyayê wekî hişyariya nukleerî û gefeke mezin a çekên atomî li welatên Rojava hate nirxandin.